Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî: Divê Lêpirsîna Kuştina Xaşikçî Serbixwe û Bêalî be


Neteweyên Yekbûyî (UN ) dixwaze lêpirsîna li ser kuştina rojnamevan Cemal Xaşikçî serbixwe û bêalî be.

Desthilatdarîya Erebistana Saûdî roja Duşemê girêdayî kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî biryara sêdaredana 5 kesan û zîndankirina 3 kesên din da.

Berdevka Sekreterê Giştî ya NY Stephane Dujarric li ser biryara dadgeha got "Sekreterê Giştî diyar dike jibo hemî binpêkirina mafê mirovan yên kuştina Xaşikçî eşkere bibe, pêdivî bi lêpirsîneke bêalî û serbixwe heye."

Raportora Teybet ya Neteweyên Yekbûyî Agnes Callamard jî dadkirina li Erebîstana Siûdî weke "pêkenî" binavkir.

"Di encama biryara dadgehê de ne kesên plana kuştinê amade kirine, ne kesên destûra kuştinê dane, ne jî prensê welîaht ku çav li vê kuştinê girtîye, teşhîr kir" got Callamard.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG