Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Destgirtîya Cemal Xaşiqcî Bang li Erebîstana Saudî û Trump Dike


Hatice Cengîz
Hatice Cengîz

Destgirtîya rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, Hatice Cengîz bang li karbidestên Saudî kir ku cîhê termê Xaşiqcî eşkere bikin.

Cengîz, li Londonê di merasîmeke bo Xaşiqcî de dîyar kir ku Saudî dizanin termê Xaşiqcî li kê derê ye û ji wan xwest ku cîhê wî bibêjin.

‘’Ew ne daxwazeke destgirtîyekê ye, tenê daxwazeke însanî ye’’ Xanim Cengîz got.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû konsulxaneya Erebîstana Saudî hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî ‘’bi awayekî plankirî’’ hatiye kuştin.

Hatîce Cengîzê, di merasîmê de bang li Serokê Amerîka Donald Trump jî kir ku bo ronîkirina rastîyê alîkarîyê bike.

‘’Serok Trump, bo ku rastî eşkere bibe û dadmendî cîhê xwe bibîne divê alîkarîyê bike. Divê rê nede ku kuştina destgirtîya min were bincil kirin’’ Hatice Cengîzê got.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders do Duşemê dabû zanîn ku Serok Trump ser kuştina Xaşiqcî çalakîyên alternatîf dinirxîne û ewê piştre biryarên rêvebirîyê ragihînin.

Trump, ser daxuyanîyên Erebîstana Saudî yên derbarê kuştina Xaşiqcî gotibû ku ‘’hewildana bincilkirinê ya herî xirab ya dîrokê’’ ye.

XS
SM
MD
LG