Lînkên eksesibilîtî

Bînalî Yildirim: Derîyê Xabur di Bin Kontrola Hêzên Îraqê de Ye


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim ji AFP re ragihand ku hêzên hikûmeta Îraqê îro Sêşemê sînorê Tirkîyê ya bi Herêma Kurdistanê xist bin kontrola xwe.

Yildirim got ku kontrola sînorê Derîyê Xabur ji hikûmeta navendî ya Îraqê re hate radest kirin.

Wî da zanîn ku kontrolên ser tixub dê ji alîyê karbidestên Îraqê û Tirk ve bêne rêvebirin.

Yildirim dîyar kir ku ala Herêma Kurdistanê hate nizim kirin û şûna wê ala Îraqê li ser sînor hate bilind kirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG