Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaça Sor ya Navnetewî jibo Agirbestê Danûstandinan Dike


Xaça Sor ya Navnetewî jibo Agirbestê Danûstandinan Dike
Xaça Sor ya Navnetewî jibo Agirbestê Danûstandinan Dike

Xaça Sor ya Navnetewî dibêje, ew hewil dide ku agirbesteke mirovahîyê li Sûrîyê pêk were.

Berdevka Xaça Sor ya Navnetewî Carla Haddad roja Duşemê got, ew bi karbidestên Sûrî û grubên opozîsyonê re danûstandinan dikin ku agirbest were jîyanê.

Xanim Haddad da zanîn ku Xaça Sor ya Navnetewî li ser çend bijareyan gotûbêj dike da ku demûdest alîkarîya mirovahî bihegîne deverên li bin bandora şer û pevçûnan.

Xaça Sor ya Navnetewî yekane rêxistina navnetewî ye ku li Sûrîyê xîzmetê dide û bi Heyva Sor ya Sûrî re dixebite.

Bi alîyê din ve, bizavkarên Sûrî dibêjin, gelek jin û zarok ji Husmê direvin, piştî ku pirtir tank ji wî bajarî re hatine şandin.

Bizavkar Hadî Abdullah ji Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) re got, rûniştvanên taxa Baba Emr ya Husmê ji êrîşeke mezintir ditirsin.

XS
SM
MD
LG