Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaça Sor Dibêje Operasyona Derxistina Sîvîlan Dikare Çend Rojan Bidome


Veguhastina yekê ya nexweş û sîvîlan ji rojhilata Helebê îro Pêncşemê ji alîyê Komîteya Xaça Sor ya Navnetewî (ICRC) û Heyva Sor a Sûrî hate kirin û nêzîkî 40 nexweş û 3000 sîvîl ji bajêr hatin derxistin.

Seroka ICRC li Sûrîyê Marianne Gasser da zanîn ku dema konvoya sisêyan bi rê ket, dinê tarî bûbû. Gasser dîyar kir ku operasyona veguhastina mirovan li rojhilata Helebê dikare çend rojên din bidome.

"Dema em ketin Helebê denge teqekirinê dihat. Heta deqîqa dawî ne zelal bû ku emê bikaribin têkevin nav Helebê. Gelek tirs û nezelalî hebû," Xanim Gasser got.

Rêvebira ICRC dîyar kir ku hin kesên bi giranî nexweş, bi ambulansan ji nexweşxaneyên li dervayê Heleb û Îdlibê re hatin veguhastin.

“Nêzî 200 birîndar û nexweşên din li benda derxistinê ne, lê di roja yekê de 3,000 sîvîl ku di nav wan de zarok û kalûpîr jî hene bi otobusan ji rojhilata Helebê hatin derxistin.”

Xanim Gasser da zanîn ku tevî gelek hewildanan, ji meha Nîsana borî vir ve cara yekê destûr ji karmendên ICRC re hat dayîn ku têkevin nav herêmên bin kontrola serhildayan. Wê bal kişand ku pirtir ji 100 karmendên ICRC û Heyva Sor a Sûrî di operasyonê de cîh girtin.

XS
SM
MD
LG