Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaça Sor Dibêje Veguhastina Mirovan ji Rojhilata Helebê Îro Dawî Dibe


Hin Sûrîyên ku ji Helebê hatine derxistin giheştine kampeke penaberan ya li Îdlibê

Çaverê ye veguhastina mirovan ji rojhilata Helebê, ku ji sala 2012'an vir ve di destê serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad bû, îro Pêncşemê bi tevahî dawî bibe.

Komîteya Xaça Sor ya Navnetewî (ICRC) ku di vê prosesê de cîh digire, da zanîn ku konvoyên ku bi dehan otobusan pêk tên, seranser rojê mirovan ji rojhilata bajêr veguhastin.

ICRC got ku nexweşên dawî li nexweşxaneyan û kesên din ku pêdivîya dermankirinê hene, do Çarşemê hatine veguhastin.

Hin jêder dibêjin ku dora 25,000-35,000 kes ji rojhilata Helebê hatin derxistin û li gor rêkeftinê, çend sed kesên din jî ji gundên Foua û Kefraya li Îdlibê, ku di bin dorpêçê de ne, hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG