Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xamaneyî: Peywendîya Îmaretê bi Îsraîlê re Xiyaneta Misilaman E


Xamaneyî

Rêberê olî yê Îranê Alî Xamaneyî bi daxuyanîyekê dîyar kir ku normalbûna peywendîyên di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî de li Misilmanan û Filîstînê xiyanet e.

Xamaneyî da zanîn ku ewê ‘’îxanet’’a Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî her di bîra wan de be.

‘’Wan kir ku rejîma Sîyonîst xwe li herêmê bigire û Filîstîn ji bîr kirin. Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jiber xiyaneta li cîhana Îslamî, neteweyên Ereban û Filîstinê dê heta hetayê şerm bike’’ Xamaneyî got.

Wî di daxuyanîya xwe de gotin bir ser zavayê Serokê Amerîka Donald Trump, Jared Kushner û îdia kir ku Îsraîl û Amerîka dijî berjewendîyên dewletên Îslamî kar dikin.

“Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi Îsraîl û şeytanên Amerîkî yên mîna endamên Cihû yê malbata Trump hember berjewendîyên cîhana Îslamî bi hevre dixebitin. Ez hêvî dikim ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî şîyar bibe û hesabê kiryarên xwe bide," Xameneyî got.

Hêjayî bîrxistinê y eku do Duşemê, ji Îsraîlê ber bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî firîna pêşî ya bazirganî çêbûbû ku di firokê de Jared Kushner, şandeya Amerîkî û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu cîh girtibûn. ​

XS
SM
MD
LG