Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xamaneyî Dewletên Ewrupî Rexne Dike


Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî dîyar kir ku Ewrupa bo pûçkirina toleyên Amerîka alîkarîyeke rind nade Tehranê.

Xamaneyî da zanîn ku tevî ku Îran li ser gotinên xwe disekine û li gor peymana navokî tevdigere jî Ewrupî li ser sozên xwe nasekinin.

‘’Ewrupî bang li me dikin em li gor gotinên xwe tevbigerin. Ewrupî nikarin Îranê tiştekî wisa bixwazin û em dê kêmtir li gor peymanê tevbigerin,’’ Xamaneyî got.

Wezîrê Derve yê Brîtanya li Brukselê ji rojnamevanan re dabû zanîn ku Îran bi qasî salekê ji çêkirina bombeyên navokî dûr e û dîyar kiribû bo xelaskirina peymana navokî hîn fersend heye.

Amerîka piştî ku ji peymana navokî vekişîyabû dijî Îranêj jinûve tole ragihandibûn û girjîya di navbera her du dewletan de careke din gur bûbû.

XS
SM
MD
LG