Rêberê Olî yê Îranê Alî Xameneyî roja Çarşemê di twîteka xwe da reaksyona derbarê pilan û projeya Serokê Amerîka Donald Trump ya aştiya Rojhilata Navîn nîşan da.
Ajansa Reuters li gur hesaba fermî ya twîtera rêberê olî yê Îranê Alî Xameneyî dide zanîn ku projeya Trump ya ku weke "Peymana Sedsalê" tê naskirin, ewê ew proje bemire, berî ku Trump bixwe bimir e.
Xameneyî li ser hesaba xwe ya fermî çendîn twît derbarê aştiya di navbera Îsraîl û Filistînyan da weşandin û bi giranî rexneya Amerîka û serok Trump dike.
Wek tê zanîn ku, meha bûrî serok Trump li Koşka Spî bi amadebûna Serok Hikûmetê Îsraîlê Benjamin Netanyahu proje û peymana sedalê ragihand bû, bê ku aliyê Filistînî amade bibe, ev yek bûye sedema rexneyan ji aliyê piranîya welatan li cîhanê bi taybet welatên Yekîtîya Ewrupa û cîhana Arabî.