Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî: Dengdana di Hilbijartinê de Erkeke Netewî ya Îranîyan E


Rêberê olî yê Îranî Ayetullah Alî Xameneyî îro Sêşemê got ku beşdarbûna di hilbijartina vê heftê de erkeke netewî ya Îranîyan e.

“Îro denggan ne tenê berpirsîyeke şoresgerî û netewî, lê herwiha erkeke olî ye jî. Armanca hilbijrtinê xurtkirina welêt e. Parlamaneke lawaz wê bandorên neyênî yên demdirêj li ser Îranê bike û zararê bide şerê me yê dijî dijminan,” Xameneyî got.

Wî îdia kir ku hilbijrtin dê pêşî li nîyetên xirab yên Amerîka yên hember Îranî jî bigire.

Hîn pisporên sîyasî hilbijrtinê vê heftê wek referandumeke jibo pîvandina piştgirîya Xameneyî û rêvebirîya Îranê dibînin.

Lê hinekên din jî bal dikşînin ku berbijarîya gelek kesên nermrê ji alîyê desthilatê ve hatiye asteng kirin û tenê rê li ber dilsozên Xameneyî hatiye vekirin ku beşdarî hilbijartinê bibin.

Çaverê ye ku alîgirên Xameneyî di parlamana bi 290 kursîyan de bi awayekî berbiçav serketî bin.

XS
SM
MD
LG