Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî Dibêje Ewê bi Pêşnîyara Trump ya Dîyalogê Neyê Xapandin


Rêberê ruhanîyê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî îro Sêşemê got ku ewê bi pêşnîyara Serokê Amerîka Donald Trump ya dîyalogê neyê xapandin û ewê dest ji programa xwe ya mûşekan bernadin.

“Ew dizanin ku em di avakirina programa mûşekan de me giheştin xaleke serketî ku vegera wê tuneye. Ew dixwazin me ji wê yekê bêpar bikin, lê ewê ti car sernekevin,” Xameneyî got.

Wî dîyar kir ku toleyên Amerîkî ser gel dijwarî çêkirine, loma divê hikûmeta Îranê baştirkirina rewşa aborî bike erka xwe ya pêşîn.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Yekşemê gotibû ku Amerîka, jibo kêmkirina girjîya navbera her du welatan, amade ye ku bê şert danûstandinan ligel Îranê bike.

XS
SM
MD
LG