Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xamaneyî, Serokê Berê yê Parlamanê Laricani Kir Şewirmendê Xwe


Ajansa Reutersê ji zarê televîzyona dewleta Îranê ragihand ku rêberê olî yê Îranî Ayetullah Alî Xamaneyî, serokê berê yê parlamanê Alî Laricani wek şewirmendê xwe û wek endamê Encûmena Bilind destnîşan kir.

Encûmena Bilind sazîyeke e ku hewil dide nakokîyên di navbera parlamanê û Encûmena Parastina Qanûna Bingehîn çareser bike.

Encûmena Parastina Qanûna Bingehîn sazîyeke tundrê ya hêzdar e ku divê berendamên parlamanî jî di nav de, hemî berbijarên hilbijartinan erê bike.

Wê encûmenê bi hezaran berendamên nermrê, ku dixwastin di hilbijartina palamana Îranê ya 21’ê Sibatê da cîh bigirin, erê nekiribûn.

Wek encama wê biryarê, hilbijêr mecbûr mabûn ku berendamên tundrê û muhafezakarên nêzîkî Xamaneyî hilbijêrin.

Wek tundrêyan, muhafezakar jî pişta desthilata olî digirin, lê berevajî wan, ew pirtir destekê didin têkilîyên bi cîhana derve.

Parlamana Îranê ku 290 kursîyan pêk tê, ti bandorek mezin li ser têkilîyên derve û polîtîkaya navxweyî tuneye lê ew dikare rêya tundrêyan ya bo hilbijartina serokkomarîyê ya 2021’ê xweş bike û sîyaseta derve ya Tehranê dijwartir bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku li Îranê Xamaneyî hemî biryarên girîng dide.

XS
SM
MD
LG