Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Toleyên Amerîkî yên Hember Xameneyî Pêşîya Dîplomasî Girt


Berdevikê wezareta derve yê Îranê Abbas Musevî îro Sêşemê got ku toleyên nû yên Amerîkî yên hember rêberê bilind Ayetullah Xameneyî rê li ber derîyê dîplomasîyê girt.

“Danîna toleyên bê feyde yên hember rêberê ruhanî û berpirsê giştî yê dîplomasîya Îranê, bi temamî girtina rêya dîploasî ye,” Musevî ji ser Twitterê got.

Wî rêvebirîya Amerîkî tawanbar kir ku piştî bûyerên dawî ku her du alî anîbû ber şerekî, dest ji rêka dîplomasîyê berdide.

“Rêvebirîya Trump ya pûçûvala mekenîzmayên navnetewî yên heyî hildiweşîne ku bo parastina aştîya cîhanî û ewlekarî heyî hatine danan,” Musevî got.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî jî got ku cezayên hember Xameneyî bê bandor e jiber ku li dervayê welêt ti hebûn û mulkê wî tuneye.

XS
SM
MD
LG