Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî: Bi Çewtî Rêvebirina Aborî Zarareke Mezin Da Welêt


Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî îro Duşemê hikûmeta Îranê tawanbar kir ku aborîya welêt bi çewtî bi rêve dibe.

Xameneyî got ku divê hikûmet performansa xwe baştir bike ku bikaribe bersîvdana toleyên nû yên Amerîkî bide.

“Ji toleyên Amerîkî pirtir, bi çewtî rêvebirina ekonomî ya ji hêla hikûmetê, dijwarî tine ser jîyana Îranîyan ...Ez nabêjim xiyanet e, lê şaşitîyeke mezin ya rêvebirînê heye,” Xameneyî got.

Wî, di daxuyanîya yekê ya piştî ragihandina toleyên nû yên Amerîkî de îdia kir ku bi rêvebirineke baştir û plankarîya karîger, Îran dikare hember toleyan li ber xwe bide û wan têk bibe.

Washingtonê Sêşema borî toleyên xurt li ser Îranê danabû û Serok Donald Trump jî gefan kiribû ku ewê kompanîyên ku bi Îranê re bizebitin, bi giranî ceza bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku dirava Îranî, ji meha Nîsanê vir ve nîva nirxa xwe hinda kir û gelek Îranî berê xwe dan dolarên Amerîkî ku bikaribin hebûnên xwe biparêzin.

XS
SM
MD
LG