Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî: Îran Dikare Dest ji Peymana Navokî Berde


Rêberê olî yê Îranî Ayetullah Xameneyî îro Çarşemê hişyarî da ku ger ne di berjewendîya wan de be, welatê wî dikare dest ji peymana navokî ya navnetewî berde.

Tevî ku givaştinên aborî û sîyasî yên dijî Îranê zêde dobe, Xameneyî got ku tevî hewilên welatên Ewrupî ya bo rizgarkirina rêketina navokî, divê Îran hêvîyên xwe bi Ewrupa girênede.

Hikûmeta Hesen Ruhanî di demên dawî de ketiye rewşeke dijwar, piştî ku Amerîka ji peymana navokî derket û dest bi sîyaseteke tûj ya dijî Îranê kir.

Hevdem, rikeberên Ruhanî jî rexneyên xwe yên dijî wî pitir kirine û di wezîrên wî ji kar hatine dûrxistin û parlemana Îranê hazirî dike ku di rojên were de du wezîrên din ji kar derxîne.

Rêvebirîya Serokê Amerîka Dnald Trump di demên dawî de toleyên nû yên aborî û sîyasî li dijî Îranê ragihandin û givaştin li ser hevalbendên xwe zêde kirine ku nema bazirganî bi Tehranê bikin.

Di demên dawî de jimareke kompanîyên Ewrupî jiber tirsa Amerîkî ji bazara Îranê vekişîne, jimareke din jî planên berhemkarî li Îranê pûç kirine.

XS
SM
MD
LG