Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Tirk Diçin Xan Şêxun Lê Sûriya Û Rûsya Rê Nadin


Leşkerên Tirk li Sûriyê

Serê sibeya roja Duşemê, leşkerên artêşa Tirkiyê hêzên piştevaniyê hinartin herêma başûrê parêzgeha Îdlib, piştî ku hêzên leşkerê Sûrî gihane aliyê bakurê rojavayê bajarê Xan Şêxun.

Bi rê ketina karwanê leşkerê Tirkiyê ber bi herêma başûrê parêzgeha Îdlib bo sedema nerazîbûna rejîma Sûrî.

Nûçegihanê Ajansa Frans Press dibêje, roja Duşemê wan dîtîye karwanê leşkerê Tirkiyê ber bi herêma başûrê Îdlibê ketine rê, ku nêzî 50 otombîlên leşkerî û lojîstikî û tevî 5 tankan bûn. Karwanê leşkerê Tirkiyê gihaye bajarê Maarat al-Nu'man yê ku 15 kîlometran ji bajarê Xan Şêxun dûre.

Tirkiyê Hêzên xwe hinartin herêmê piştî ku hêzên rejîma Sûrî bi piştevaniya topxaneya Rûsî giha aliyê bakur yê rojavayê bajarê Xan Şêxun û li bere ku bajarî kontrol bike da ku gundên bakurê bajarê Hema bihên dorpêçkirin ku xalên zêrevaniya artêşa Tirk yên herî zêde li bajarê Murk yê wê herêmê dimînin. Dema Xan Şêxun bihê kontrokirin, wî çaxî rêya sereke ya stratejî ya di navbera Dîmeşq û Îdlibê de tê birîn.

Çavkaniyên Çavdêriya Sûrî bo Mafê Mirov "SOHR" da zanîn ku piştî karwanê leşkerên Tirkiyê giha bajarê Maarat al-Nu'man firokên Sûrî û Rûsî, li hindav bajar firîn pêkanîne da ku rê li hember karwanê leşkerê Tirkiyê bigire, ku pêşda neçe.

SOHR herwiha dide zanîn ku firoka Rûsî êrîş otombîlek biçûk ya leçkerî kirîye ku li pêşiya karawanê leşkerê Tirk bû û rê nîşanî wan dida li bakurê bajarê Maarat al-Nu'man hatîye hingafrin û çekdarê grûba "Feyleq Al-Şam" hatîye kuştin ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanî kirin.

SHOR dide znaîn ku şerekî dijwar li herêmê dom dike û Rûsya rejîma Sûrî dixwazin rêya giştî ya navnetewî bigirin, da ku herêma bakurê Xan Şêxun bihên qut kirin û gunên li bakurê bajarê Hema bihên dorpêçkirin.

XS
SM
MD
LG