Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dîyar Dike ku li Xan Şêxûnê Sarîn Hatîye Karanîn


Hin qurbanîyên êrîşa Xan Şêxûnê
Hin qurbanîyên êrîşa Xan Şêxûnê

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li herêma Îdlib ya Sûrîyê, di êrîşeke kîmyayî ya gumankirî de gaza sarînê hatîye karanîn. Di êrîşa ku Nîsana borî li Xan Şêxûn ya Îdlibê pêk hatibû de bi dehan kes hatibûn kuştin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW), ku sazîyeke NY’ê ye, piştî hevdîtinên bi şahidên êrîşê re û vekolînên ser mînakên ji herêmê, dîyar kir ku di êrîşê de sarîn yan jî madeyeke din ya wek wê hatîye karanîn.

OPCW di rapora xwe de da zanîn ku gazeke wisa, tenê wek çekeke kîmyayî dikare were berdan.

OPCW rapor ji endamên xwe re şand, lê ji bîragiştî re bi temamî eşkere nekir.

NY û OPCW dê îcar tev hewil bidin ku berpirsê êrîşê bibînin.

Amerîka dîyar kiribû ku berpirsê êrîşê hikûmeta Sûrîyê ye û ser fermana Serok Donald Trump, êrîşên muşekî li dijî Bingeha Leşkerî ya Şayratê li dar xistibû.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad jî gotibû ku ‘’îdiayên êrîşa kîmyayî zirderew in’’

XS
SM
MD
LG