Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tê peşbinikirin Zalmay Xelîlzad ji Kar Vekişe


Znûnerê taybet yê Amerîkayê bo Afganîstanê Zalmay Xelîlzad
Znûnerê taybet yê Amerîkayê bo Afganîstanê Zalmay Xelîlzad

Ajansa nûçeyan ya Reutersê roja Duşemê ji zarê du çavkanîyan ragihand ku tê peşbinîkirin ku nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Afganîstanê Zalmay Xelîlzad wê ji kar vekişe.

Çavkanîyan da zanîn ku Xelîlzad ewê ji karê xwe dev berdê û li şûna wî cîgirê wî Tom West were erkdar kirin.

Xelîlzad heya niha daxwaza Reutersê ya bersîva van agahdarîyan nedaye.

Wî bi salan pêşengîya dîyaloga Amerîka ya bi Talîbanê re kir û her wiha di danûstandinên aştîyê yên bi komê re, kesayetek sereke bû.

Di Tebaxê de, hikûmeta Afganistanê ya ku ji hêla Amerîkayê ve dihat piştgirî kirin têk çû û her wiha Talîbanê bi kontrolkirina paytext Kabûlê , desthilatdarîya welat bi dest xist.

Karbidestên heyî û yên berê yên Amerîkî ji Reutersê re gotibûn ku Xelîlzad yê ku sê salên nunerîya Amerîka dikir, bû rûyeke yek ji mezintirîn têkçûnên dîplomatîk yên Amerîka.

XS
SM
MD
LG