Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelatên Rojnamevanîyê ya Musa Anter li Stenbolê Hatin Dayîn


Xelatên rojnamevanîyê yên 28’an ya "Musa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad" bi merasîmekê li Stenbolê hatin dayîn.

Pêşbirka îsal jî wekî par ji hêla rojnameya Yenî Yaşam ve hat lidarxistin û pêşbirk ji pênc kategorîyan pêk hat.

Xelata nûçeya Kurdî, xelata nûçeya Tirkî, xelata rojnamevanîya jinê û xelata beşa karîkaturan hatin dayîn. Lê îsal jiber ku jurîya xelata wêneyan ti wêne layiqî xelatê nedît, ew nehat dayîn.

Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu, Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş’ê Faruk Eren, Dayikên Şemîyê û jimareke nûner û rêvebirên rêxistinên çapemenîyê û rêvebir û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli merasîmê bûn.

Sancar di axaftina xwe de bal kişand ser rola çapemenîyê ya di têkoşîna demokrasî de.

"Çapemenîya azad niha di şertên herî giran de têkoşîna xwe ya rastîyê didomîne. Armanca me, bi awayekî aştîyane jîyaneke hevpar û wekhev e. Yên ku herî zêde jibo vê tevdigerun jî kedkarên medyaya azad in."

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî ji merasîmê re peyamek nivîskî şand û Anter bi bêr anî.

“Ez di salvegera 29’an ya qetilkirina rewşenbîrê me yê erdnîgarîya Anatolya Mûsa Anter bi rehmet bi bîr tînim. Ji dil û can dixwazim ku di demekî pir kin de kujerên wî werin girtin. Bi hêvîya edalet, demokrasî û aştî yê.”

Piştî axaftin, peyam û konserta hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) xelatên "Musa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad" bi çoşekî mezin hatin dayîn.

Xelata nûçeya Kurdî bi nûçeya bi navê “Ji rupelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê Kurdan de” ji Ajansa Mezopotamya Kedrî Esen bi dest xist.

Herwiha xelata nûçeya Tirkî ji rojnamevan Canan Çoşkun û jurîya taybet jî Dîren Yurtsever û Gokay Başcan wergirt.

Xelata rojnamevanîya jinê ya Gurbetellî Ersoz jî Oznur Deger wergirt. Medîne Mamedoglu û Derya Ren jî xelata jurîyê ya taybet a rojnamevanîya jinê wergirtin.

Di beşa karukaturê de de jî Musa Keklîk û Fayrîye Çitakli xelat wergirtin û Saît Munzur jî xelata jurîya taybet bir.

Lê, jurîya beşa wêneyan biryar da ku îsal weneyeke layîqî xelatê tune ye.

Hejayî gotinê ye ku piştî kuştina nivîskar û rojnamevanê Kurd Musa Anter (Apê Musa) sala 1992’an de li Amedê, li ser navê wî her sal xelatên rojnamevanîyê têne dayîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG