Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Zanayên Fîzyayê Xelata Nobel Ya 2021'ê Distînin


Xelata Nobel Ya Fîzyayê 2021
Xelata Nobel Ya Fîzyayê 2021

Akademiya Melekî ya Swêdê roja Sêşemê 5ê Oktoberê ragihand ku sê zanyên di warê Fîzyayê de kar kirine, xelata îsal ya Nobel distînin, ew zana; Syukuro Manabe Japonî ku li Amerîka hatiye dinê, Klaus Hasselmann yê Almanî û Giorgio Parisi yê Îtalî.

Serokê Rêxistina Navnetewî ya Meteorolojî, Petteri Taalas îro Sêşemê pêşwazî li ragihandina xelatê kir ku Sê zanayên di warê Fîzyayê de gihane encamên zanistî yên guherîna fîzîkî yên aloz weke guherîna Klîmayê.

Di pres konferansekê de piştî çend xulekan ji ragihandina xelatê, Petteri Taalas got "demekê em li ser gumanbar û redkarên rastiyên zanistî rahatbûn, lê xebera dilxweşker ewe ku êdî ew wan awazan na bînîn, piştî ev peyama zanistî ya derbarê klîmayê de hat bihîstin."

Nîva xelata Nobel ku 10 mîlyon kronên Swêdî ne (1.15) mîlyon dolar dê weke hev bo herdu zanyan; Syukuro Manabe yê 90 salî û Klaus Hasselmann yê Almanî bihê dan, ku wan zaniyariyên pêşwext yên derbarê mînakên guherîna Klîmayê li ser erdê û zêdebûna germa gerdonê dane û xebatên xwe di wî warî de pêşxistine.

Taalas herwiha gotiye, desteya navnetewî ya taybet bi Guherîna Klîmayê (IPCC) ya ku desteyeke navnetewî girêdayî Netewên Yekbûyî (UN)ê ye, ku berpirse ji pêşxistina pêzanînên derbarê Klîmayê û bandora mirovan li ser wê guherînê de, sala 2007ê dîsan xelata Nobel standbû û got "Ev jî car din wê yekê piştrast dike ku zanista klîmayê xwedî rêzgirtinek mezine û divê ew xwedî nirxek bilind be."

Taalas dîsan bang li welatan kir ku tedbîrên konkerêt bo gehiştina peymana Paris bistînin.

XS
SM
MD
LG