Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelata Nobel ya Aştiyê


Xelata Nobel ya Aştiyê

Xelata Nobel ya Aştiyê ya sala 2011 ê pêşkêşî Seroka Lîberya Ellen Johnson Sirleaf, bizavkara aştiyê ya Lîberyayî Leymah Gbowee û bizavkara mafên jinan ya Yemenî Tawakkul Karman.

Komîta Nobel ya Nerwicê îro Heynî li Oslo ev peyama ragehand, û got her sê jin dê xelatê hevpar ken bo bizava xwe ya bi aştî bo parastina jinan û mafên jinan.

Serokê Komîtê Thorbjoem Jagland pesna karê wan sê xelatwergira kir, û got “em nikarîn aştîyek berdewam li cîhanê bidestve bînin heke jinan herheman derfetên mêran nebin.”

Ellen Johnson Sileaf, 72 salî, yekem jin bu li Afrîka ku bi awayek dimokratik bo serokatîyê li sala 2005 ê hat helbijartin. Komîta Xelata Nobel pesna rêbera Lîberya da bo bizavên wê bo misogerkirina aştîyê, pêşvebirina aboriyê civakê û bi hêzkirina jinan.

Leymah Gbowee ya 39 salî, her ji Lîberya, alîkarî kir bo bi dawî anîna şerê navxwe li welatî ku li sala 2002 ê ji jinên Mesîhî û Misilman xwest da li xewnîşandanên bi aştî pişkdar bibin.

Li heman dem, pesna bizvkar û rojnamevana 32 salî Tawakkul Karman hate dan bo pêşkdariya wê di bêberîkirina bizava bo mafên jinan û dimokrasî û aştîyê li Yemenê.

XS
SM
MD
LG