Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelîfe Hefter Peymana Ser Agirbesta Lîbya Îmza Nekir


Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaharova dîyar kir Generalê Lîbyayî Xelîfe Hefter bê ku peymana agirbestê îmza bike ji Moskowê çûye.

Zaharova, ku ji AFP’ê re axifîye, neda zanîn ku Hefter çima peyman îmza nekiriye.

Ajansa TASS ya Rûs ragihand ku Wezareta Derve ya Rûsya dê bo agirbesta Lîbya xebatên xwe bidomîne.

Peyvajoya agirbestê ya Lîbya bi pêşengîya Rûsya û Tirkîyê dewam dikir.

Pevçûnên di navbera Artêşa Neteweyî ya Lîbya ya bi rêberîya General Hefter û hêzên hikûmetê ser banga hevbeş ya Moskow û Enqerê bi dawî bûbûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG