Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelîl Xelef: Qîmeta Însanê Sûrî Nemaye


Sîyasetvanekî Kurd dibêje ku hêzên sîyasî yên Kurd berpirsîyar in beramberî alozbûna rewşa bajarên Kurdan li Sûrîyê.

Xelîl Xelef, endamê Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê dibêje ku “rewşa Kurd di Kurdistana Sûrîyê de gelekî xirab e û em nizanin sibe wê çi bibe.”

Birêz Xelîl dibêje ku qîmeta însanê Sûrî, bi Kurd û Ereb, nemaye. Wî herwiha got ku “ne qanûn, ne ûrf û ne exlaq li Sûrîyê nemayê.”

Hevdem, revandina sîyasetvan û endamên partîyên sîyasî yên Kurd li Sûrîyê berdewam e.
Li heftîya bihurî, Behzad Dursin endamê mekteba sîyasî ya Partîya Dîmokrata Kurd li Sûrîyê û endamekî din yê wê partîyê li Dêrikê hatin revandin.

Birêz Xelîl dibêje ku çekdarên Partîya Yekîtîya Demokrat berpirs in beramberî revandina Behzad Dursin çûnkî PYD xwedan hêz û çek e û kolanan kontrol dike, lewma PYD berpirs e beramberî parastina xelkî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG