Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkê Paytaxta Yemenê Kêfxweşya Xwe Dîyar Dikin Piştî Salih Çû Erebistanê


Xelkê Paytaxta Yemenê Kêfxweşya Xwe Dîyar Dikin Piştî Salih Çû Erebistanê
Xelkê Paytaxta Yemenê Kêfxweşya Xwe Dîyar Dikin Piştî Salih Çû Erebistanê

Xelkê paytexta Yemenê roja Yekşembî kêfxweşîya xwe diyar dikin piştî Serokê Yemenê Alî Abdullah Salih welat hêla.

Birêz Salih bi sedema hêrişeka rokêtan roja Înî birîndar bû. Serokê Yemenî û jimareka rêberên mezin yên Yemenê bo Erebistana Saudî hatin veguhastin da ku li wî welatî bêne derman kirin.

Li paytexta Yemenê, xelkî aheng gêran û “serkeftin” ragihand. Lê belê xelkî her wiha alozî û perîşanîya xwe dîyar kirin beramberî egera vegeriyana birêz Salih bo Yemenê. Birêz Salih bo 33 salan li ser desthilatê ye.

Li gor qanûna bingehîn ya Yemenê, cîgirê Serokî Abd Rabbû Mansûr Hadî desthildata serokî werdigire.

XS
SM
MD
LG