Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xembar Ararart: Pêwîstiya Muzîka Kurdî bi Pêşketinê Heye


Koka mûzîk û hunera kurdî di Rojhilata Navîn de gelekî resen û cîgirtî ye, lê belê ji ber nebûna deweleta kurdî ev sermiyan bê xwedî maye û gelek jê wenda bûye û ya din jî hîna xebat û karên berfireh li ser wê nebûye da ku şax û ba rehên xwe berde nav hunara cîhanê.

Li gorî hunermend Xembar Ararat, muzîka kurd rolek serekî di muzîka rojhilata navîn de lîstiye û bandor li mûzîka miletên din kiriye, lê ew li himberî wan muzîkan li paş maye.

Xembar yê ku bi temenkî mezin dest bi xwendina muzîkê kiriye û dixwaze ku fêrî zanistên muzîkê bibe da ku kedekê bide muzîka kurdî.

Xembar di sala 1975an li gundê Xezna ya bi ser Qamişlo ve ye ji dayik bûye.

Di sala 1982 koçberî Şamê bûn û li wir mezin bû.

Ji zaroktiya xwe ve hînê muzîkê bûye , ji ber bandora malbatî li ser wî, ku bavî wî û xalan û apanî wî tev dan li Tembûrê didan.

Li şamê xwe fêrî Ud û Piyano kir.

Ji ber rewşa Sûriyê , ew mecbûr bû û koçberî Bilcîkiya bû û li wir bicî bûye.

Nuha dest bi amêra Bizqê kiriye û xwe fêrî hûrbîniyên wê dike .

Ew hêvî dike ku karibe kedek baş bide muzîka kurdî û lê bi derdûra xwe bide naskirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:42 0:00
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:57 0:00











Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG