Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xeta Telefonê ya Koreya Bakur û Koreya Başûr Vedibe


Koreya Bakur ragihand ku bo danûstandinên ser beşdarîya Olîmpîyatên Koreya Başûr hêsan bikin, ewê xeta telefonê ya bi wî welatî re jinûve vekin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un di axaftina sersalê de dîyar kiribû ew dixwazin bi Seulê re dîyalog çêbin û dibe ku beşdarî olîmpîyatan jî bibin.

Koreya Başur, bi awayekî erênî pêşwazîya axaftina Kim kir û da zanîn ku ewê demûdest dest bi danûstandinan bikin.

Karbidestekî Koreya Bakur di axaftineke xwe ya li ser kanalekê de dîyar kir ku ewê xeta telefonê jinûve vebe.

Ajansa Koreya Başûr, Yonhap jî dîyar kir ku xeta telefonê dê îro Çarşemê vebe.

Olîmpîyatên Zivistanê dê di meha Sibatê de li Pyeongchang ya Koreya Başûr li dar kevin.

Karbidestên her du dewletan ji Berfanbara 2015’an ve ti hevdîtin nekirine.

XS
SM
MD
LG