Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Domilî: Civîna Hikûmeta Malikî li Musilê, Peyameka Aştîyê Gihand


Civîna Encûmena Wezîran ya Îraqê bi rêberatîya Serokwezîr Nûrî El Malikî roja Sêşemê li bajarê Musilê hate li dar xistin.

Kurd bi tundî li dijî civîna hikûmeta Malikî bûn li Kerkukê li destpêka meha Gulanê, lê belê civîna Musil bi beşdarîya Kurdan birêve çû.

Xidir Domilî, şirovekar û birêveberê ragihandinê li Zanîngeha Duhokê dibêje ku boykotkirina kombûna Encûmena Wezîran ji layê Kurdan ve li Kerkukê “xeletîyeka mezin” bû.

Birêz Domilî dibêje Kurd roja Sêşemê li civîna Encûmena Wezîran ya li Musilê beşdar bûn da ku “ew xeletî dubare nebit.” Wî herwiha got ku civîna Hikûmeta Malikî li Musilê, peyameka aştîyê gihand.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Domilî re, fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG