Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xidir Ebdulkerîm Derbarê Komkujîya Hûlê Dipeyive


Du roj di ser komkujîya Hûlê li bajarê Humsê li Sûrîyê qedîyane, lê hîn reaksyonên derbarê wê berdewam. Civaka navnetewî û herwiha gelê Sûrîyê bi tundî vê kuştarê şermezar dikin.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, Birêz Xidir Ebdulkerîm, endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê dibêje, Kurdan li seranserî welat ev komkujî şermezar kirin û li hin deveran jî konên behîyê hatin vegirtin.

Birêz Ebdulkerîm herwiha dibêje, nuha piranîya gelê Sûrîyê daxwaza maytêkirineke leşkerî dikin da ku ji destên vê rejîmê werin rizgar kirin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG