Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Amerîkî li Sûrîyê li Bingeheke Xorasan Xist


Endamên Nusra li Îdlib

Karbidestên berevanî yên Amerîkî dibêjin, firokên Amerîkî cara sisêyan êrîşên esmanî li ser mîlîtanên El Qayde li Sûrîyê xist.

Karbidest didine zanîn ku êrîş roja Pêncşemê pêk hat û koma Xorasan kire armanc ku Amerîka wê grubê wek beşeke taybet di nav El Qayde ya Sûrî, Nusra de dibîne.

Karbidestên Amerîka herwiha got, ew kom hazirî dike li hember berjewendîyên welatên Rojava êrîşan bike, lê ti hurgilî nedan.

Hevdem, bizavkarê Sûrî Esad Kanjo jî got, êrîş li nêzîkî bajarokê Harem ya li bakurê rojavayê Îdlib qewimî.

Kanjo ji zarê rûniştvanan ragihand ku du roket li bingeha Nusra da û herî kêm 2 kes kuştin.

XS
SM
MD
LG