Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xulamê Papa Benedict Diz Derket


Paolo Gabriele (çep).
Dadgeha Vatîkanê, tawanbarîya xulamê berê yê papa Benedict piştrast kir û ragihand ku wî xulamî nameyên tabyet yên rêberê olî yê Katolîkan dizîn û dane rojnamevanekî.

Peyvdarê Vatîkanê ragihand dibe ku Papa li xulamê berê Paolo Gabriele xweş bibe.

Dadwer Giuseppe Dalla Torre roja Şembî cezayê 18 mehên zîndanî li dijî Gabriele ragihand.

Gabriele 46 salî ye û babê sê zarokan e.
XS
SM
MD
LG