Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê li Xuzistanê Firokeke Bêmirov ya Dewleteke Bîyanî Anî Xwarê


Ajansa Reutersê îro Înê ji zarê IRNA ragihand ku hêzên Îranî li bajarê Mehşehr ya istana Xuzistanê firokeke bêmirov ya dewleteke bîyanî anî xwarê.

“Dron, bêguman ya dewleteka bîyanî bû. Piştî gêrkirina wê, paşmayîyên wê firokê di destê me de ye û niha vekolînê sê berdewam dike,” walîyê Xuzistanê Gulamriza Şerîatî ji ajansê re got.

Dezgehên fermî yên Îranî zelal nekir ku drone gêrkirî ya kîjan welatî bû û ew firok sivîl yan leşkerî bû.

Reuters bal dikşîne ku demûdest ji daxuyanî ji Amerîka jî nehat bihîstin.

XS
SM
MD
LG