Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Bûyerên Xwekujî Çima Zêde Bûne?


Li Tirkîyê di rojên dawî de bûyerên xwekujîyê zêde bûn. Pêşîn li Stenbolê çar xwîşk û birayan ku du ji wan jin bûn dawî li jîyana xwe anîn. Îro jî dîsa lî Stenbolê malbatek ji sê kesan pêk tê dawî li jîyanên xwe anîn.

Li gor agahîyên pêşîn sedema bûyerên xwekujîyan qeyrana aborîya li Tirkîyê ye ku ev du salan zêdetire berdewam dike. Lê lêkolînên li ser van xwekujîyan hêj didome.

Herwiha li gor daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) di sala 2018’an de li Tirkîye 3,161 kesan dawî li jîyana xwe anîye. Dîsa li gor van daneyan aborî sedemeke mezin e li ser xwe kuştinê.

TUÎK jibo sala 2018’an dibêje herî zêde bûyerên xwekujîyê li Stenbolê rû daye. Û ev hêjmar 432 kes in.

Psîkolog Suna Bayram li ser bûyerên dawî jibo Dengê Amerîka axifî. Bayram dibêje sedemên bûyerên xwekujîyê tene aborî nîne.

“Li Tirkîyê û cîhanê di bûyerên xwekujîyê de zêdebûnek heye. Kesên xwe bêçare dibînin û ji civakê dûr dikevin vê rêbazê ji xwe re weke encam dibînin. Li vir aborî jî sedemeke ya xwekujîya ne. Aborî di civaka Tirkîyê de statûyekê dide kesan. Mirovê ku qeyrana aborî li ser jîyanî wî bandor bike bivê neve li ser psîkolojîya wî jî bandorêke xirab dike.”

Bayram medyaya li ser bûyerên xwekujîye yên ku rê û rêbazan nişan dide rexne dike û dibêje ev nûçe pêşî li bûyerên xwekujîyê vedike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:48 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG