Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenşandan li Tûnisê Berdewam in; Polîs Xwenîşanderan ji Hev Belav Dikin


Xwenşandan li Tûnisê Berdewam in; Polîs Xwenîşanderan ji Hev Belav Dikin
Xwenşandan li Tûnisê Berdewam in; Polîs Xwenîşanderan ji Hev Belav Dikin

Polîsên Tûnisî roja Duşembî gazên rondikrêj bikar înan bo ji hev belav kirina xwenîşanderan li dervey nivîsîngeha serokwezîrî.

Xwenîşander bi dirêjiya şevê li pêş nivîsîngeha serokwezîr li paytextê kom bibûn, herçende biryara berbend kirina hatin û çûnê hatibû dan.

Her wiha roja Yekşembî xwenîşandan berdewam bûn û xwenîşander daxwaz dikin ku karbidestên serdema serokê berê Zeyn El Abidîn Bin Elî li hikûmeta nû xizmetê nekin.

Birêz Bin Elî di destpêka vê mehê de li Tûnisê reviya û çû Erebistana Se’ûdî, piştî alozî û xwenîşandanan li dijî bêkarî û giraniya bihayê xwarinê li wî welatî.

XS
SM
MD
LG