Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşandan li Misirê Berdewam in


Xwenîşandan li Misirê Berdewam in
Xwenîşandan li Misirê Berdewam in

Xwenîşanderên Misirî rijd in li ser daxwaza xwe ku desthilatdarên leşkerî li wî welatî demildest desthilatê bihêlin, ew jî rojekê piştî Serokê Bilind yê Hêzên Çekdar Mohamed Hussein Tantawî bo tenakirina destûdarî nexşeyek ragehandî.

Li gor raportan, eve pênc roje ku xwenîşandan li Meydana Tehrîr li Qahîre tên kirin. Bi kêmî 35 kes li pênc rojên borî hatine kuştin di lêkdanên navbera hêzên parastinê û xwenîşanderan li Qahîre û li bajêrên din yên serekî li wî welatî.

Roja Sêşembî, Tantawî, serokê Civata Bilind yê Hêzên Çekdar, soz da lezê li pirosa veguhastina desthilata leşkerî bo destê hikûmeteka sivîl biket û ku berî meha heft sala 2012 ê helbijartinên serokatiyê bên kirin.

XS
SM
MD
LG