Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşander Jibo Dagîrkirina Kongresê Têne Washingtonê


Xwenîşander Jibo Dagîrkirina Kongresê Têne Washingtonê
Xwenîşander Jibo Dagîrkirina Kongresê Têne Washingtonê

Bi sedan xwenîşanderên ku peywendîya wan bi Tevgera Dagîrkirinê heye, roja Sêşemê li dervaya avahîya Kongresa Amerîkî kom dibin ku “Kongresê Dagîr Bike”.

Xwenîşanderan di hawayê qerisî de, li ber Kongresê civîn û dirûşmên wek “Em % 99 in”
bilind dikin. Hêzên ewlekarîyê rê li ber xwenîşanderan digirin ku ew nekevine hindûrê avahîyê. Tê ragihandin, herî kêm 1 kes ji alîyê polîsan ve hatîye desterser kirin.

Tevgera Dagîrkirinê li meha Îlonê li bajarê New York'ê, di bin navê “Wall Street’ê Dagir Bike” destpê kirîbû. Xwenîşandêr dibêjin, ew nûnertîya % 99 ya gelê Amerîkî dikin û tenê 1 ji sedê ji civata Amerîkî xwedîyê hebûn û dewlemendîya wî welatî ne.

Xwenîşandana Washington, bi zanabûn li vê rojê tê kirin ku piştî navbêra zivistanê, yekemîn roja xebatê ya Civata Nûneran ya Amerîkî ye.

XS
SM
MD
LG