Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşander li Qahîrê Bersîngê Şandeyeka Rikeberîya Sûrî Digirin


Xwepêşander li Qahîrê Bersîngê Şandeyeka Rikeberîya Sûrî Digirin

Xwepêşanderan bersîngê şandeyeka rikeberîya Sûrî girt li derveyê avahiyê Komkara Welatêt Erebî li Qahîre li roja Çarşembî. Hindek xwenîşandreran navdarêt rikeberiyê bi xayîn dane nasîn û hêlik havêtine wan.

Peyamhinêr dibêjin weya diyare ku xwenîşander di xemê da bûn ku navdarêt rikeberiyê rêk keftibin danûstandinan digel karbidestêt Sûrî biken.

Jiber vê bersîng girtinê şendeka çar endam neçar bu kombûna xwe paşbêxît digel karbidestêt Komkarê heta demekê direng îro. Biryar bu li ser berdewam bûna tepeser kirina xwenîşanderêt dijî hikûmetê danûstandinan bikin.

Komkara Welatêt Erebî li bere ku li roja Şembî kombûnekê biket da li ser şikandina rêkkeftinekê bi axvin ku heftîya borî digel hikûmeta Sûrî mor kir bu.

Bizavkar dibêjin ewey heftîya borî bi plana Komkara Erebî razî buy, hêzên parastina Sûrî pitir ji 110 kes kuştîne.

Redwab Husên yêk bu ji xwenîşaderan li Qahîre. Wî bo Dengê Amerîka axivî.

Heku bixwazin guh bidine têbînîyên wî, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

XS
SM
MD
LG