Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşandêr û Polîsên Leşkerî Ketin Pevçûnan


.
.

Hêzên ewlekarîyê yên Misirî, bi xwepêşandêrên ku daxwaza qedandina desthilata leşkerî dikin, re ketin pevçûnan.

Bi sedan xwepêşandêrên li Qahîreyê, îro Înê bi kevir û bombeyên agirî êrîşî navendeke leşkerî kir. Polîsên leşkerî jî bi xortûmên avê û bi teqekirinê bersîva xwenîşandêran da.

Dîdevan dibêjin, alozî derengîya Pêncşemê destpê kir, piştî ku bizavkarek hîn wêneyên li înternetê weşand ku nîşan dide karbidestên leşkerî çawa li xwepêşandêrekî binçavkirî dixin.

Pişt weşandina fotoxrafan, gelek Misirîyên din çûne ber avahîya kabîneya Misirî ku pişikdarî li xwepêşandana berdewam ya li wê derê bikin.

Xwenîşandêrên ber avahîyê ji meha Mijdarê vir ve daxwaza dawîhatina desthilata leşkerî dikin û piştgirîya desthilateke sîyasî dikin.

XS
SM
MD
LG