Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşanderên Misirî Dijî Desthilata Leşkerî li Meydana Tahrîr in


Xwenîşanderên Misirî aleke mezin ya Misirî bilind dikin ku tê de dinivîse "Misir jî te mezintir e"
Xwenîşanderên Misirî aleke mezin ya Misirî bilind dikin ku tê de dinivîse "Misir jî te mezintir e"

Bi deh hezaran Misirî îro Înê li Meydana Tahrîr ya Qahîrê kom bûn û nerazîbûna xwe ya dijî destilata leşkerî ragihandin, tevî ku artêşa Misirê serokwezîreke nû destnîşan kir.

Hejmara xwenîşanderan li nav çend hefteyên borî zêdêtir bibû, tevî ku desthilata leşkerî gerek bersîvan bi daxwazên wan ragihand. Di pevçûnên girêdayî xwepêşandanan de, herî kêm 41 kes li seranser Misirê hatine kuştin.

Alozîyên Misirê li vê demê pêk tên ku Qahîre hazirîya destpêbûna hilbijartina parlemanê ya roja Duşemê dike. Ev, hilbijartina yekê ye piştî ku Serokê berê Husnî Mubarek jiber xwepêşandanên dijî xwe neçar mabû desthilat berde.

XS
SM
MD
LG