Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşanderên Wall Street li New York'ê Rêdeçûnek Dikin


Xwenîşanderên Wall Street li New York'ê Rêdeçûnek Dikin

Bi sedan xwepêşanderên dijî kapîtalîzmê rêdeçûnek li bajarê New York dikin û soza xûrtirkirina tevgera "Wall Street Dagir Ke" (Occupy Wall Street) didin.

Xwenîşander soz didin ku Borsaya New Yorkê jî nav de, tevahîya devera fînansî ya bajêr bi xwepêşandana bigirin. Lê, hebûna hejmareke zêde ya polîsan û astengên li ser cadeyan rê li ber xwepêşanderan digire.

Rêdeçûna îro, du roj piştî ku rêvebirîya bajêr xwepêşanderan ji Parka Zuccotti ya Manhattan’a Jêrîn derxistîbûn, pêk tê.

Xwenîşander ji meha Îlonê vir ve li Parka Zuccotti diman û xwepêşandana xwe didomandin. Destûr ji wan re hate dayîn ku vegerine cîhê berê, lê nema li wê derê razin.

Xwenîşander dibêjin, ew plan dikin ku xwepêşandana Pêncşemê li sekenokên metroyê û li ser pirên serekî yên bajêr berfireh bikin.

Cîgirê Bajarvanê New York Howard Wolfson roja Çarşemê ji rojnamevanan re gotibû ku ew amadehîya hatina bi “deh hezaran” kesan dikin.

XS
SM
MD
LG