Roja 15'ê Mijdarê li praniya bajar û herêmên Îranê xwepêşandan hatin destpêkirin piştî ku, hikûmeta wî welatî bûhayê banzîn û mazotê 50% zêde kir bû.
Xwepêşandan çend rojan hatin berdewam kirin, lê hêzên Pasdaran û Besîc bi şêweke hovane bi ser xwepêşanderan de çûn, weke raportên derbarê xwepêşandanan didin zanîn ku hezaran kes hatin girtin û li gor rêxistina Lêbûrîna Navnetewî "Amnesty International" 143 kes hatine kuştin.
Roja Çarşemê Rêveberê olî Alî Xameneyî got"Me komployek metrisîdar û mezin" li dij Komara Îslamî ya Îranê ji nav bir.
Herwiha Parlamena Îranê derbarê ziyanên ku ji encama xwepêşandan çêbûne di daxûyaniyekê de behis kir.
Li gor çavkaniyên raportvan û çalakvanên Kurd li nava Îranê û ji derve didin zanîn ku herî zêde li bajarên Kurdan yên weke Kimaşan û bajêrên astana Kurdistana Îranê kes hatin kuştin, girtin û binçav kirin.
Herwiha Çarşemê Îranê ragihand ku wan 8 kes bi tawana sîxoriyê girtine ku ji bo berjewendiya Îstîxbarata Amerîkî kar dikir.
Ji bo danûstendinê derbarê vê mijarê, kanê çarnivîsa kesên girtî û berdewamîya xwepêşandan dê çi be, û Kurd dikarin çi bikin û gelê Îranê dê bikare li hember rejîma heyî berdewam bibe...?
Bernama "Ruwange" mêhvandarîya berêz Abdullah Hicab Çavdêr û Lêkolînvanê Siyasî ji Oslo û berêz Hejîr Haşemî rojnamevan ji Almanîy kir.
Herdu berêzan nêrîn û ramanên xwe yên derbarê rewşa niha û siberoja xwepêşandanên li Îranê anîn ziman.