Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstanî Daxwaza Parastina Xwepêşanderên Îraqê Dike


Ahmad Al-Safi nûnerê Lêvegerê Şîayên Îraqê Alî Sîstanî

Lêvegerê herî bilind yê Şîayên Îraqê, Ayatullah Alî Sîstanî, di gotara roja Înê da, carek din bal kişand ser xwepêşandanên li bajarên Îraqê.

Sîstanî, êrîşên zordarî bo ser xwepêşanderan li bajarên Îraqê şermezar kir, bi taybet êrîşên vê hefteyê yên li Necef, li dij xwepêşanerên aştîxwaz pêkhat bûn û 7 kes mir bûn.

Ahmed Al Safî, li şûna Sîstanî gotara roja Înê pêşekş kir û got"Lêveger, hemû binpêkarinan û zordariyê ji her alî bihê, şermezar dike."

Sîstanî herwiha got"Behînameya xwe bo malbatên qurbaniyan ragihand û daxwaza saxlemîyê bo birîndaran xwest".

Roja Çarşemê algirên kesatiyê olî yê Şîa mezheb Muqteda Al Sadir, ku weke xwediyên komên şîn tên naskirin, êrîş bir bû ser konên xwepêşanderan li Necef di encama êrîşê da 7 kesan giyanê xwe ji dest dabûn.

Sîstanî bang li hêzên ewlekarîya Îraqê kir daku nasnama êrîşkarên ser xwepêşanderan eşkere bikin.

Sîstanî di gotra Înê da, bal kişand ser metirsiyên rewşa heyî, hikûmet hişyar kir da ku pêngavan bihavêje berî her tişt ji dest derkev.

Di beşekî gotara xwe da Sîstanî gotiye lî Îraqê ewê "Levegra wan deste xwe nexe nava siyasetê li Îraqê".

Li aliyekê din, wezîrê derve yê Amerîka Mike, Pompeo derbarê êrîşên ser xwepêşanderan li Îraqê axiftinek kir da zanîn ku ne rewaye erîşên ser xwepêşanderan weha dom bikin û erêşîkar nehên sizadan û got"Divê hikûmeta Îraqê derhal zordariya li ser xwepêşandanên rewa çareser bike bi rêya encamdana çaksaziyan û nehêlana gendelîyê".

XS
SM
MD
LG