Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştî û Birîndarên Pevçûnên li Bangladeşê Zêde Dibe


Xwepêşandanên Xwendekaran li Bangladeşê
Xwepêşandanên Xwendekaran li Bangladeşê

Polîs û çavkaniyên tendirustiyê dibêjin, hejmara kuştiyên roja Yekşemê li Bangladeşê di navbera xwenîşanderên ku daxwaza dest ji kar berdana Serokwezîr Şêxe Hesîna dikin û alîgirên partiya desthilatdar de gihîştiye herî kêm 23 kesan.

Li gorî Ajansa Frans Press (AFP), hejmara kuştiyan li paytext Daka û li herêmên Bogra, Pabna û Rangpur li bakur, Magura li rojava, Comilla li rojhilat, Barisal û Feni li başûr hatine tomar kirin.

Xwepêşandan bûn sedem, ku hukûmetê hêlên înternetê qut bike, ev jî hewildana hikûmetê ya herî mezin e ji dema xwenîşandanên kujer yên ku piştî serketina Şêxe Hesina ji bo çaremîn serdemê li pey hev di hilbijartinan de di Çile de, ku ji hêla Partiya Netewparêz ya Bangladeşê ya sereke di opozîsyonê de hatbû boykot kirin.

Li gorî Reutersê rêyên sereke li gelek herêmên welêt hatin girtin.

Meha borî, bi kêmî ve 150 kes hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn, di heman demê de polîsan nêzîkî 10,000 kes girtin di tundûtûjiyê de ku ji ber xwenîşandanên ku ji hêla komên xwendekar ve têne rêve kirin li dijî sîstemek li ser bingeha kotayê ji bo dagirtina karên hikûmetê derketin.

Xwepêşandan rawestiyan piştî ku Dadgeha Bilind biryar dabû ku piraniya waneyên dibistanan werin betal kirin, lê xwendekar di xwepêşandanên cuda de hefteya borî vegeriyan kolanan û daxwaza edaletê ji bo malbatên kuştiyan kirin.

Jêder: AFP/Reuters

XS
SM
MD
LG