Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Paytext Washington


Xwepêşandanên qelebalix li paytext Washington pêkahtin, piştî ku aligirên serok Trump bi îdîayên ku sextekarî di hilbijartinên 3ê Mijdarê da hatine kirin daketin kolanên Washington a paytext.

Çendîn grûbên weke Million MAGA March, Women for Trump û Stop the Steal li Washington xwepêşandan encam dan, û îdîyaên ku sextekarî di hilbijartinan da hatin kirin di sloganên xwe de nîşan didan, lê îdayên li ser sexetakriyan di hilbijartina da nehatine piştrast kirin.

Serok Trump, di pêşbaziya serokatiyê da red dike ku destberdarê serokatiyê bibe bo serokê hilbijartî Joe Biden, bi îdayên ku li çendîn eyaletên biryarder sextekarî çêbûne, lê berpirsên wan eyaletan dibêjin di hilbijartinan da ti sextekarî û binpêkirina metirsîdar şênebûne ku bandora xwe li ser encamên hilbijartinan hebe.

Xwepêşandan di wî çaxî da pêk tên ku Joe Biden bihêz di hilbijartina da serkeftîye û zêdetir ji hejmara pêdivî ku 270 dengên Desteya Hilbijêran bidest xistine, yên ku bo serkeftina her serokekî tên xwestin.

Nêzî 2 demjimêran berî ku xwepêşandanên algirên Trump li Washington D.C destpê bikin, serok Trump li cadeya Pennsylvania Avenue di trombîlê da bû dema dev biken berê xwe da xwepêşanderên ku hatbûn alîgiriya serok bikin.

Paşan konvoya Trump ber bi Northern Virginia ve çû ku yarîgeha wî ya lîstina Golfê li wê derê ye, kenala Fox News dibêje, dema serok car dî vedigeriya bo Qesra Spî di nava siloganên alîgiran da derbaz bû.

Gireseyên xwepêşandan ji aliyê kesayetiyên ragihandinê yên mihafizkar û nijadparêzên spî ve tên piştevanî kirin, di heman demê de, hin xwepêşandanên din ku ji aliyê grûbên dijî faşîzmê û nijdaperistiyê hatbûn rêxistin. Raportên mediyayî didin zanîn ku şer û pevçûn dinavbera wan da rûdan.

Hejmarek ji grûba rastgirên tundrê ya bi navê Proud Boys di nava xwepêşandan da bû, rêporterê Wahsington Post ragihand ku kesê bawerî bi teorîya komployê heyî û weşangerê Infowars Alex Jones ji Texas pêşengiya karwan û grûba "Stop Steal" dikir.

‌Hejmara kesên beşdarî di xwepêşandanên Washingtonê da kirîn nehat zanîn û heta polîs jî qebarê kesên beşdarî di xwepêşandan da kirîn diyar nekir.

Di xwepêşandanan da ji encam derketina tundiyê kesek hat kêr kirin û 20 kes hatin desteser kirin û efserkê ploîsan jî birîndar bû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG