Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Myanmarê de 12 Kes Hatine Kuştin


Li Myanmar xwepêşandanên dijî darbeyê

Ajansa Reuters ji zarê şahid û medyayê ragihand ku di xwepeşandanên îro Yekşemê de 12 herî kêm 12 kes ji hêla hêzên ewlehîya Myanmar ve hatine kuştin.

Hevdem, rêbereke ser kar yê hikûmeta sîvîl ya dijî hikûmeta leşkerî cara yekê li pêş raya giştî axifî û jibo têkbirina derbeya leşkerî ya 1'ê Sibatê soza pêkanîna "şoreşekê " da.

Li gor daxuyanîyên şahidan, polîsan bi çêkan êrîşê xwepêşandana Mandalay, bajarê duyem yê herî mezin yê Myanmar kirine û di encamê de pênc kes hatine kuştin û gelek birîndar bûne.

Medyaya heremî jî dîyar kir ku kesekî din li navenda bajarokê Pyay , du kes di gulebarana polîs ya li paytexta bazirganî Yangon û sê kes jî bi şev dîsa li Yangon hatine kuştin.

Xwepeşandaner Myat Thu da zanîn ku di nav kesên hatine kuştin de zarokekî 13 salî jî hebû.

"Ew dijî mirovên bêçek mîna ku li herêmek şer in, tevdigerin," Thu got.

Xwepêşanderek din Si Thu Tun, ragihand ku wî gulebaran kirina du kesan dîtiye ku di nav wan de keşeyekî Budîst jî hebû.

"Yek ji wan di ji zikê xwe hate lêdan, yek jî bi guleyek gelek giran hate kuştin," wî got.

Li Pyay, şahideki got ku hêzên ewlehiyê di destpêkê de ambulansek rawestandin ku negihîje kesên ku birîndar bûne da ku bimmirin.

Berdevkê cuntayê bersîv nedaye telefonên ji Reutersê yên bo şîrove kirinê .

Televîzyona MRTV ku ji êla cûntayê ve tê rêvebirin, di nûçeyan de xwepêşanderan wek 'sûcdar' binav kir lê, hûrgulî neda.

Koma piştgirî yê ya bi navê Komeleya Alîkarîya jibo Girtîyên Siyasî dîyar kir ku di protestoyên berfireh yên hemberî darbeya leşkerî heya niha li Myanmar zêdeyî 70 kes hatine kuştin.


XS
SM
MD
LG