Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên li Sûrîyê Berdewam in


Sûrîye îro Înîyê careke din dibe qada xwepêşandanan, li vê demê ku karbidestên Neteweyên Yekbûyî xem û fikara xwe dîyar dikin ku dibe destê El Qaydê di êrîşên vê dawîyê de hebin.

Bizavkarên dijî hikûmetê bang xwepêşandêran kirin ku, di bin dirûşma “merxasên Zanîngeha Helebê” de derkevin kolanan da ku piştgirîya xwe jibo xwendekarên wê zanîngehê nîşan bidin.

Xwendekarên Zanîngeha Helebê do Pêncşemê xwestibûn ku xwenîşandanan bikin, lê ew rastî êrîşên hêzên ewlekarîyê hatibûn.

Bi alîyekî din ve, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got, ew bawer dike ku El Qayde di paş cot peqînên li paytaxt Şamê ye ku hefteya çûyî 55 kes kuştibûn.

Birêz Ban roja Pêncşemê got, îhtîmala rola El Qaydê kêşeyên gelek mezin tîne pêş. Wî berdewam got, hejmara kuştîyên di serhildana 15 mehî de, zêdetir dibe.

Berpirsê şandeya çavdêrên Neteweyên Yekbûyî General Robert Mood îro Înîyê di civîneke ragihandinê de got, hebûna El Qayde li Sûrîyê wê bibe da tiştekî xembar.

Her îro Înîyê grubên hevrik dibêjin, hêzên hikûmetê bi topan êrîşî devera Rastan ya li bajarê Humsê dikin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê do Pêncşemê ragihandibû ku di encama gulebarandina hêzên hikûmetê de 3 kes li heman deverê hatin kuştin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 10.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve, li Sûrîyê hatine kuştin, lê bizavkar dibêjin hejmara rastîn ji 12.000 kesan pirtir e.

Hikûmeta Sûrîyê îdîa dike ku 2.600 endamên hêzên wê yên ewlekarîyê ji alîyê “terorîstên bi piştgrîya bîyanîyan” ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG