Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandan Dijî Biryarên Dadgeha Destûrî li Misirê Pêk Tên


Xwepêşander li kolanên Qahîre belav bûn, piştî dadgeha destûrî cotek biryar roja Pêncşemê da derbarê hilbijartinên serokatîyê û rewatîya parlemantoya piranî Îslamî.

Dadgeha Destûrî ya Bilind, ku li rex çemê Nîlê di avahîyekê kevnare de cih digire, biryarek da ku qedexekirina berbijar Ahmed Şefîq ji pêşbazîya serokatîyê red dike dijî berbijarê Îslamî Muhemed Mursî.

Herdu berbijar di qonaxa dawî de ne ji pêşbazîya serokatîyê piştî ku gera yekê meha borî bidest xistin.

Gelek kes dibêjin Şefîq bi ser rejîma berê ya Mubarek ve tê hesibandin û hin kesên din jî ditirsin ku bebijarê Îxwan El Muslimîn Mursi dê bêtir olê tevlî siyasetê bike û azadîyan sînordar bike eger hat û bû serok.

XS
SM
MD
LG