Ev bûn Sê roj xwepêşandan li Herêma Kurdistana Îraqê tên berdewam kirin, di xwepêşandanên nerzaî de gelek kes birîndar bûne û heta hejmarek kuştiyan jî heye, xwepêşandan piranî li bajar û bajarokên parêzgeha Silêmaniyê berdewamî heye.
Parêzgeha Duhok heta niha arame û xwpêşandan çênebûne, kesên nerazî, li dijî disthilata heyî li Herêma Kurdistanê tên encamdan, xwepêşandan ji çarçova nerazîbûnên sivîl derketîye û gihaye astê şîdet û xûnriştinê û hind kesan canê xwe ji dest dane.
Li Duhokê ramanên cûda derbarê van xwepêşandanan hene, Îsmet Xabûr mamostayê zanîngehê dibêje, xwepêşandan ne rêxistine û gihaye sinorê ji kontrol derketinê, Xabûr dibêje"Sendîka karê xwe baş nakin, divê bi her awayî hebe, xwepêşandan bihên kirin û daxwaz û mercên xwe liser desthilatê bisepînin û divê xwepêşandanên seranserî bihên encam dan û silogan û daxwazên xwe hebin".