Salvegera duyê ya Rêvebirîya Xweser li Kantona Efrînê bi meresîmeke fermî hat pîroz kirin.
Li Hola Zagros ya Efrînê bi dehan sazî û nûnerên partîyan û seroktîya desteya rêvebir, herwiha fermandarîya YPG û YPJ beşdarî meresîmê bûn.
Di meresîmê da Hevseroka Desteya rêvebir Hêvî Îbrahîm Mustefa li ser serkeftinên rêvebirîyê axifî û got, “tevî rewşa şer û astangîyên dopêçkirinê, ew hewil didin ku tiştên herî baş ji kantonê re bikin.”
Fermandarê YPG Delîl Çinar li ser berxwedanîya YPG jibo parastina rêvebirîyê û berdewamîya parastina herêmê axivî.
Di pîrozbahîyê de herwiha nameya Yekîtîya Star û Meclîsa Sûrîya Demokratîk û nûnerên pêkhatîyên Ereb hatin xwendin.
Cara yekê ye partîyên ku berê endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) bûn, Partîya Yekîtî û Pêşverû û Partîya Çep beşdarî pîrozbahîya rêvebirîyê bûn.
Peyîvdaran di gotinên xwe da li ser girîngîya hevrêzîya refê Kurdan û piştgirîya Rêvebirîya xweserî tekez kirin û serketina rêveberîyê ji berxwedana YPGê û YPJê re dîyar kirin.
Di dawîya pîrozbahîyê de, şahîyên stran û govendan gerîn û komên folklorî beşek ji çanda Efrînê pêşkêş kirin
Hêjayî gotinê ye, tevî rexneyên li ser karê hin desteyan tên kirin jî hebûna rêvebirîyê cîhê kêxweşîya gelê herêmê ye.