Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yarkadaş Dibêje 2019 bo Rojnamevanîya li Tirkîyê Saleke Dijwar Bû


Yarkadaş: Di Sala 2019’an De 82 Rojnamevan Hatin Binçavkirin 500 Rojnamevan Bêkar Man

Li Tirkîyê di 10’ê Rêbendana 1961’an de cara yekê mafên rojnamevanan di zagonan hate parastin, loma jî her sal 10’ê Rêbendanê wek ‘Roja Rojnamevanên ku Dixebitin’ tê pîroz kirin.

Sazîyên rojnamevanîyê bal dikşînîn ku rewşa rojnamevanên li Tirkîyê di rewşeke xeter de ye û bi girtina rojname, radyo, televîzyonan 30 ji sedî rojnamevanan bêkar mane û di 10 salên dawî de hêjmara ji 10 hezar derbaz bûye.

Rojnamevan Bariş Yarkadaş, di raporta xwe ya bi navê “Di Medyayê de Binpêkirinên Mafan” de dide zanîn ku di sala borî de 82 rojnamevan hatin binçav kirin û ew 733 caran derketine pêş dadweran.

Yarkadaş bal dikşîne ku şert û mercên xebata rojnamevanan xirabtir dibe û ew rûbirûyê gelek givaûtin û dijwarîyan tên.

“Rojnamevan di sala 2019’an de jî tim rastî zextan hatin: Ji wan re 79 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Desthilatîya Tirkîye bi sîstematikî ser rojnamevanên rikeber givaştin û zextên xwe domand.”

Yarkadaş hêvî dike ku sala 2020’ê bibe sala piştgirîyê ya tekoşîna dijî zextên ser rojnamevanan.

MEB_10_01_2019_Yarkadas
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00

XS
SM
MD
LG