Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şehnaz Şêxê: NY Berê Xwe Daye Rêxistinên Sivîl ên Sûrî Bo Rawêjkariya Siyasî Li Sûriyê


Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Staffan De Mistura ji saziyên sivîl yên Sûrî xwestibû ku li Geneva amade bibin û bi wan re kom bibû da rewşa yasayî û ya sivîl di paşaroja Sûriyê de giftûg bike.

Saziya kurdî ya rawêjkariya Yasayî "YASA" jî li wir amade bibû. Di derbarî vê civînê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nûnera YASA Şehnaz Şêxê re kir .

Birêz Şêxê dibêje, NY berê xwe dide sazî û rêxistinên sivîl û yasayî yên Sûrî, ji bo rawêjkariya yasayî û siyasî li dor siberoja Sûriyê.

Şêxê her wiha got: "Amadebûna saziyên Kurdî di civînê de, gaveke baş e bo misogerkirina mafê gelê Kurd di destûra Sûrî ya nû de."

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00

XS
SM
MD
LG